S.1
- Ya siwarê rojhilatê, rojava yê
|
- Hûn bidene xatira dotê û dayê
|
- Hûn me xilas kin ji qedayê, ji bela yê
|
- Hûn bidene xatira kaniya sipî yê
|
- Ya Şêşims tu halê mala xwe bipirsî û me jî vê care
|
S.2 |
- Hûn bidene xatira erş û kursî
|
- Gay û masî
|
- Heyat li kursî
|
- Ya Şeşims tu li halê me û hazira bipirsî
|
S.3 |
- Hûn bidene xatira lewh û qelem e
|
- Hewa û Adem e
|
- ya rabî tu li bang û hawara me were
|
- Li hemû çaxa û li hemû dem a
|
- Ya Şêşims tu pirsiyarekê li halê me û hazira bik e
|
S.4 |
- Hûn bidene xatira çerxan û felekan
|
- Horiyan û melekan
|
- Sira Tawsî Melek û çarde tebeqan
|
- Ya Şêşims tu pirsiyareke xêrê li me û hazira bike
|
S.5 |
- Hûn bidine xatira buhiştê û dar ê
|
- Kafê û mixar ê
|
- Sira Êzî û Bêtil Far ê
|
- Ya Şêşims tu pirsiyareke xêrê li me û hazira bike vê car ê
|
S.6 |
- Hûn bidene xatira dira spî ye
|
- Melekê bêrî ye
|
- Sira Êzî ye
|
- Ya Şêşims li dîwana siltan Şêxadî
|
- Tu bo mala xwe û me jî bikî hêvî ye
|
S.7 |
- Hûn bidene xatira dira sor e
|
- Êzdîne mîr e
|
- Qubletil bidor e
|
- Ya Şêşims bang û hawarên me bi melekê jor e
|
S.8 |
- Hûn bidene xatira dira zer e
|
- Ax û av û agir e
|
- Erd û ezman û ber e
|
- Êzdîne mîr û her çar sir e
|
- Ya Şêşims tu li banga mala xwe û me jî wer e
|
S.9 |
- Hûn bidene xatira sûka marîfet ê
|
- Mêrê li ber bedlê diket xilmet ê
|
- Derwêşê şev û roj diket ebadet ê
|
- Şêx û pîr, hosta û merebî, yar û birayên axiret ê
|
- Ya Şêşims tu meferiyeke mala xwe û me jî bike vê carê
|
S.10 |
- Hûn bidene xatira kursiya rehman a
|
- Melekî can a
|
- Behra qudsî suphana,nefesê cana bin can a
|
- Ya Şêşims me ji te divê dîn û îmana
|
S.11 |
- Hûn bidene xatira Cibrayîl, Ezrayîl, Mîkayîl Şifqayîl, Derdayîl, Ezafîl, Ezazîl
|
- Her heft melekên mezin, di destî de mifte û kilîl
|
- Ew jî wê li ber hizreta melekê celîl
|
S.12 |
- Hûn bidine xatira cebrayîl,Ezrayîl,Mîkayîl, Şifqayîl,
|
- Derdayîl, Ezafîl, Ezazîl
|
- Her heft melekên mezin, xasê berê çiqasî bedîl
|
- Di destên wan de, mifte û kilîl
|
- Li hizreta melekê celîl
|
S.13 |
- Ya Şêşims tu meferî,tu xaliqê meyî her û herî
|
- Ti risqa didî û risqa dibî
|
- Ya Şêşims ji te dixwazim sebir û nas
|
- Me yek heya dereca îman ê
|
- Tu me xilas bike ji bêbextî yê.
|
- Ji me Êzdiyan re kilîl û mifte bîn e
|
S.14 |
- Li me veke dergehê xezîn ê
|
- Hawara me ve bê, vê carê xwedanê Hekar ê
|