Dua Nîvro – Das Mittaggebet
Das „Dua Nîvro“ ist das Mittaggebet, dass während des Tages bei vollem Sonnenaufgang mit dem Gesicht Richtung Sonne aufgesagt wird.
S.1
- Ya rebî tu bidî xatirê sitûna erd û ezman
- Leyl û leyletil qedrê suretil rahman
- Û sunetê virêkey han
S.2
- Ya rebî tu bidî xatirê gayê binê dinê
- Û masiyê bi tenê kerema xwedanê xîveta vedayî
- Ser girê kela dengizê
S.3
- Ya rebî tu bo me û sunetê bi rêkî
- Dewrêşê runiştî li kafa zimzimê
S.4
- Ya rebî tu bidî xatriê sira çêbuyî li nav mêra
- Li xewlexanê de
- Yê xwe kiriye pisê Şêxadî di mixarê de
- Ya rebî tu me û sinetxanê xilas bikî
- Ji guhenê me kirî, li gel dê û bavê de
S.5
- Ya rebî tu bidî xatirê melek Şêxsinê adiya
- Yê serê xwe daye pêxama sinetê ye
- Ya rebî tu bo me û sinetê bi rêkî risqekî
- Ji xizna xwe ye jorî ye
S.6
- Ya rebî tu bidî xatirê Şêxê sunetê
- Û çend xas û mominê bo te dikin xizmetê
- Ya rebî tu bo me û sinetê bi rêkî risqekî
- Ji xezîna xwe ye qudretê
- Ya rebî tu pirsiyareke xêrê li halê me û sinetê bikî ye
S.7
- Ya rebî tu bidî xatirea mêrê bi duhayê
- Kerema berê reş li kabeyê
- Ya rebî tu me û sinetxanê xelaskî ji
- Qeda û belayê
S.8
- Ya rebî tu bidî xatirê siwarê
- Bûyî nîveka rojê
- Hatî ji şerqê çûye bo xerbê
- Ya rebî tu me ji guneha xilas bikî û çendî sinetê
S.9
- Ya rebî tu bidî xatirê sira her çar gila
- Kerema her heft meleka
- Ya rebî tiştê ji te dixwazim dîn û îmane û dewlete
S.10
- Ya rebî tu bidî xatirê şev û rojê û buhuştê û dojê
- Ya rebî tu me û sinetê vexwînî
- Dîwana xas û mominetê jorê
- Ya rebî her û her her tuyî