Dua Razanê – Das Gebet vor dem Schlaf

Dua Razanê – Das Gebet vor dem Schlaf

Das Gebet „Dua Razanê“ wird kurz vor dem Schlafen aufgesagt. Darin wird um Segen für die gesamte Gemeinschaft gebeten.

 

S.1

  1. Ya rebî tu xwedayî, tu ezdayî
  2. Ti xaliqê medh û senayî, ejqenderî bê gunahî
  3. Hezar û yek nav li xwe danayî,
  4. navê şêrîn her xwedayî
 

S.2

  1. Ya rebî tu dayîmî tu qedîmî
  2. Tu xaliqê erşê ezîmî
  3. Ya rebî tu mihrî
  4. Tuxaliqê erd û ezmanî
  5. Rahma te heye li hemû erdan
  6. Tuyî dermanê hemû derdan
 

S.3

  1. Ya rebî tu me bidî xatir ê Şêsims û Şemsaniyê,
  2. Ya rebî tu me bidî xatir ê Melek Şîxisin û Adaniyê.
  3. Ya rebî tu me bidî xatir ê Şêxûbekir û Qataniyê.
  4. Ya rebî tu me bidî xatir ê mîr Hesin Meman û Pîraniyê.
  5. Ya rebî tu me bidî xatir ê Şêxadî û Mirîdaniyê.
  6. Deryekî xêrê li me û vî dînî vekê
 

S.4

  1. Mefera min Şêsims atqata min Êzî.
  2. Derdê min, duhayê min, Ezdayê min.
  3. Pîrê min, hostayê min, xwedê heq xwedayê min
 

S.5

  1. Tawisî Melek îmana min, kaniya sipî mora mine.
  2. Çumaye û qub li dor e, mekanê siltan Êzî ye sore.
  3. Sinetxane lê dibe more
 

S.6

  1. Meqlûb û mergeh selav.
  2. Selavên min li meqlûbê li mergehê.
  3. Li Lalişê li xwedanê qubehê
 

S.7

  1. Şêxadî nûre melik Şêxsin mişûre.
  2. Me şahda û îmana xwe bi navê
  3. Tawisî Melek û bi xerqê Şêxadî qebûle
 

S.8

  1. Ez minetkarim ji mala bava
  2. Xafilî korin ji herdo çava
  3. Ku tim û dayîm hilnadin van nava
 

S.9

  1. Laliş ciyê bi nûr e
  2. Ewe mekanê Siltan Êzîdê sore
  3. Êzîdxane lê dibe mor e
 

S.10

  1. Mekan ê siltan Êzî ye,
  2. Êzîdxane lê tiwaf dibî ye?
 

S.11

  1. Ezdayî me, ji direke enzelîme.
  2. Bendeyî kaniya sipî me
  3. Berxê koza siltan Êzî me.
  4. Şikir ji xwedê ji vî dînî û îmanî,
  5. ji vî ol û erkanî razî me.
S.12
  1. Çûme Laliş a nûranî,
  2. min serê we li ber cotê qubeha danî.
  3. Min îman bi navê Tawisî Melek û xerqê Şêxadî anî