Dua Sibê – Das Morgengebet

Dua Sibê – Das Morgengebet

Das Dua Sibê ist das Morgengebet, dass während dem Sonnenaufgang morgens mit dem Gesicht Richtung Sonne aufgesagt wird.

S.1

  1. Amîn, amîn
  2. Tebarek el-dîn
  3. Ellah ehsen el-xaliqîn
  4. Bi hîmeta Şemsedîn
  5. Fexredîn, Secadîn
  6. Nasirdîn, Babadîn
  7. Şêşims qeweta dîn
  8. Siltan Şîxadî tac el-ewelîn heta axirîn.
  9. Heqq hemd-illah y rebb el-alemîn
  10. Xêra bike, Şerran wergerîn
  11. Mehderekê dixwazîn.

S.2

  1. Bi rehma Şîxadî
  2. Rezay Melek Şêxsin
  3. Kerema Şêşims.

S.3

  1. Nûr ji nûrê şifiqî
  2. Sibhane ji te xaliqî !
  3. Melekan li ber tifqî.

S.4

  1. Ji malê heta malê
  2. Şêşims Xudanê sîqalê
  3. Em li Şêşims nabirrîn xiyalê.

S.5

  1. Ji derecê heta deracê
  2. Şêşims Xudanê ferecê
  3. Em dê dest û damanêd Şêşims Tawaf keyn
  4. Şuna Ke`betullahê û hecê

S.6

  1. Ji sitûnê heta sitûnê
  2. Şêşims Xudanê me`rîfet û erkan û nasînê

S.7

  1. Ji çavî heta devî
  2. Mora Şêşims lê dikevî
  3. Meydana menzna germe nahêlin binivî

S.8

  1. Ji serî heta piyan
  2. Ya Şêşims, te neqşandin danayne serêd rêyan
  3. Em ji Şêşims nabirrîn hîviyan.

S.9

  1. Ya Şêşims tu li me vekî dergehê rehmetê
  2. Te em îna bûyine ser vê xilmetê

S.10

  1. Sunîk ku sinîn e
  2. Zebûn in di-mandîn e
  3. Em ji Şêşims bi hêvî ne.

S.11

  1. Sinetik û sinet e
  2. Zebûn e kêm-taqet e
  3. Me bi Şêşims eynet e

S.12

  1. Çî du`aya extiyarê Mirgehhê kirî
  2. Cêşê Melek Fexredîn, qewlê Şîxadî
  3. Du`a-qebûl Pîrê Libna
  4. Wan çî Du`a kirî
  5. Me ew du`a kirî.