Dua Dirozê

S.1

1) Amîn, bi hîmeta Şemsedîn Nasirdîn Sicadîn, Şêşimse qeweta dîn
2) Siltan Şîxadî Tance ji Ewil heta bi axirîn
3) Ya Şîxadî Eleykelelam.

S.2

1) Mehderekê dixwazîn bi rehmeta Şîxadî,
2) bi reda Melik Şêxsin ber kerema Şêşims
3) Ya Şîxadî Eleykelselam.

S.3

1) Bi qedrê berê Şêx Hemd, Hesin dina,
2) Hesin Pîrik, Îdrîsî xeyat li suka merîfetê
3) kirasêt malêt Adîya biqedrê malêt xelîfet kî
4) Ya Şîxadî Eleykelselam.

S.4

1) Bi qedrê Celis û Riwaqêt Şîxadî,
2) kaf û mixarêt Şîxadî qûb û hilêlêt Şîxadî,
3) dergeh û dîwanêt Şîxadî bi qedir û qîmet
4) Ya Şîxadî Eleykelselam.

S.5

1) Bi qedrê Şêx berkat, Şêx Misafir,
2) Şêx Mûsê enzelî,Şêx Simaylê enzelî,
3) Şêxûbekrê feqîr, Şêx Ebdilqadir, Sitiya Ês,
4) dîwana berê Şibakê,
5) xasêt li ber Şîxadî biqedir û qîmet
6) Ya Şîxadî Eleykelselam.

S.6

1) Bi qedrê Melik Şêxsin Melik Şerfedîn,
2) Şêx Birahîmê Xetmî, kaniya kulava,
3) pîr şerefê mêravî-Hene û merhene,
4) biqedrê Mendê mal ava kî
5) Ya Şîxadî Eleykelselam.

S.7

1) Bi qedrê çilê kaniya Spî,
2) Êzdîne mîr, Qubêt li bidor, Sicadînê Êzdîna,
3) Nasirdînê Êzdîna, Şêx Mendê fexra,
4) Xatûna Fexra, Fexrê Adîya,
5) çil Mêrêt axa Şîxadî,
6) xasêt li ber Şîxadî bi qedir û qîmet
7) Ya Şîxadî Eleykelselam.

S.8

1) Bi qedrê Şêxalê Şemsa Şêxhevindê Şemsa,
2) Şêx Hesinê Şemsa Şêx Babkê Şemsa,
3) Amadîn û babadînê Şemsa,
4) Şêx Xidir û Şêx tokilê Şemsa,
5) Şems û Fexrêt Mîra, li dîwanêt feqîra,
6) yê li dahirê yê li Batinê,
7) xasêt li ber Şîxadî bi qedir û qîmet
8) Ya Şîxadî Eleykelselam.

S.9

1) Bi qedrê mêrê Mergeha Şîxadî,
2) Hesil Meman, Mamed Reşan Hesin pîrik,
3) Hecî Mamed, Gavanê zerza,
4) çilê Şîxadî, çilê Melik Şêxsin,
5) xasêt li ber Şîxadî bi qedir û qîmet
6) Ya Şîxadî Eleykelselam.

S.10

1) Bi qedrê xasêt Bêbanê, Hecî Elî li Baedirê,
2) Hecî Recebê bêristekî, Şêx Mişeleh xefûrê rêya,Şêx Hesen li Heseniyê,
3) ber kerema Şêx mamedî Doxatî, bi Hegî fêris kî
4) Ya Şîxadî Eleykelselam.

S.11

1) Bi qedrê mêrê Tebeka, şamê Şêx Rûmî,
2) şingarî Boqedar, Baba Şêx Misrî Sirûgî,
3) Şêx aqilê Babî, Şêx Cemalidînê Ebrî,
4) Seydî Henan, Şêx kiras, Şêx qesab lugmedîn,
5) Şêx cemalidînê Baba, Hebîbî necar,
6) pîrê libina, ber kerema Siltan Êzîdê şirîn
7) Ya Şîxadî Eleykelselam.

S.12

1) Bi qedrê dîwana Omer xala,
2) Zêwa Hesin Çinarî, Hecî Mamed li kifir zemanî,
3) Haciyalê momina, Hesnalika pîra, Hêşm pîra,
4) Mine bapîrê Moxdar,
5) Bi qedrê guhar zêr kî
6) Ya Şîxadî eleykelselam.

S.13

1) Bi qedrê çîyayê Mişetê, çîyayê Hizretê,
2) çîyayê Erefatê, dar û berê gelyê Lalişê,
3) ya Şîxadî çirêt te di gurrî bin,
4) simat û bisatêt te di dayîm bin,
5) rêya te û edewîyêt şerq û şamê,
6) di ekber bin dewletî û xelîftî bin
7) hamû zemana dayîm bê qedem û qidumêt,
8) Tawisa Şîxadî, def û sibabêt Şîxadî,
9) ev duwa, ev diroze, li vî cî, li Êzdîyêt şerqû şamê di vekirî bin,
10) haweke sunetê, guh li bangê rehmetê
11) Sela yar û birêt axretê
12) Em di kêmîn Xwedê yî temam e