Beyta Çarșembûyê

Beyta Çarșembûyê

Der Mittwoch ist in der êzîdîschen Lehre ein heiliger Tag und zugleich der Ruhetag der Êzîden. In diesem „Gedicht des Mittwoches“ geht es um die Entstehung und die Bedeutung des Mittwoches. Der Mittwoch wird auch als Tag des Tawisî Melek, dem Gottes Engel, bezeichnet.

S. 1
çarşembû rojeka fadile
Melik fexredîn afrandibû ji eşiq û dile
Nasnedikir ruhêt çû xafile
S. 2
çarşembû rojeke bi hisabe
Ji ba wan meleka hatî ev cewabe
Derîyêt xêra divekirîne ji rojhelat heta rojave

S.3
çarşembû perî kirase
Ji mera dana esase
Nabî xo ji tokê bikî xilase

S.4
çarşembû rojeke xase
Hincî mêrê sê rukina bo xo ji îmanê biket esase
Tawisî Melek yî qadire wê ruhê ji agirê dojê biket xilase

S.5
çarşembûyê xoşkir jîyan
Kesik kir deşit û çîya û zevî û zozan
Ew jî bi kerema pedşê minê êzdan

S.6
çarşembû ji mera geleke
cendî heyne si’ûd û feleke
Hemû bi destê Tawisî Meleke

S.7
Dema çarşembû têt ji sipêde
Ebadetê bike ji Xudêra bi ta’et û zêde
Tawisî Melek li te diête fêde

S.8
Dema çarşembû roj hiltêye
Hincî mêrê zû rabit ji xewa berê subêye
Medih û sena bi ket bo navê Xûdêye
Du’a Tawisî Melek ye lêye

S.9
Tawisî Melek yî rêbere yî serwere
Ew melekê her û here
Ew dizanit li vê dinyayê çend qender ax û av û agir û bay û bere

S.10
Ya Tawisî Melek tu melekê axretê û dunyayê
Tû bideye xatira çarşembûyêt her duwazide mehayê
Tû me li fecrê rakey ji xewê da bikeyin ebadetê û du’ayê

S. 11
Ebadet li me ye fere
Piris biken ji derwêşan û qelendere
Ka çarşembû çend bi xatire

S.12
Derwêş û qelenderêt safîne
Ji îmanê bi ronahîne
Li çarşembûya di serdayîne

S.13
Hatin serdayîn li çarşembûyan
Daxiwaz kirin ji maleke rehman
Ruhêt zalima bêxne dojê û devê maran

S.14
hincîyê navê Tawisî Melek bîne
yefere çarşembûyê bisediqîne
TawisîMelek dê wê ruhê ji qeda û bela sitirîne

S.15
Hincîyê wacibê çarşembûyê bînte cîye
Borê xo hefsarket li hemû cîye
insallah TawisîMelek jê razîye

S.16
Wacibêt çarşêmbûyê li me fere
Neken li çarşembûyê çu zîyan û zerere
Dê cehwer den li dîwan û mehdere

S.17
li mehderê deng bi ke
çarşmbûya serê nîsanê reng bike
Emelê xo safî bike

S.18
çarşembûyê emel xoş tê
Ji xêrê ji xilmetê ji xîretê ji ebadetê
Xozka wê ruhê bi cî bînit vê nisîhetê

S.19
Hat çarşembûya sore
Nîsan xemilandibû bi xorra
Ji batinda ye bi more

S.20
Hat çarşembûya sor û zere
Behar xemilandibû ji kesik û sor û sipî û zere
Me pê xemilandibû seredere

S. 21
Hincîyê serederê bi xemilîne
Bila pisyar ket ev ji ber çîne
Eve xelatêt Tawisîmelek û sultan êzîne
TawisîMelek ewê malê ji qeda û bela di sitirîne

S.22
Bêjime we gelî sûnîye
Hîvîya li çarşembûyê zor hîvîye
Hincîyê ferzêt heqîqetê bînte cîye

S.23
Bêjme we gelî sûnetê
Li şeva çarşembûyê nefsê nebe şehwetê
Ji ber xatira axretê

S.24
Heke hûn digirin axretê
Li çarşembûyê neken xeletê
Da we bixûnin li baxê cinetê

S.25
Dibêjme we ji heqîqetê
Hûn sist nebin li ebadet û me’rîfet
TawisîMelek dê dete we qewetê

S.26
Qewete ji îmanê , îmane bi nîşane
Tok û meftûl ,simbêl û girîvane
Evne di ferin bo mêrane

S.27
Hincîyê bi îmanê xo nas kir
Li çarşembûya serê nîsanê daxiwaz kir
TawisîMelek ew ruh xelat kir

S.28
Hat çarşembûya ewilî
Durr bi renga xemilî
Ev dinya pê di kemilî

S.29
Hat çarşembûya faxirî
Ya TawisîMelek her tû yî qadirî
Te pîranî dahir kir û kire rukin ji ewilî

S.30
Ya Tawisî Melek te ev dinya bi pîranî kir
Karê pîranî te qebûl kir
Karê bê pîranî te hez ne di kir .

S.31
Hat çarşembûya qere
Du’a ji melekê ekbere
Karê pîranî bi çite sere

S.32
hat qere çarşembûya qere
Hincîyê girîvanê heqîyê li bere
Tawisî Melek jêra mefere

S.33
Hat çarşembûya qere
Xelat ji melekê ekbere
Bo ruhê , ji îmanê gurrî diken çira

S.34
çarşembû rojeke xuyane
Ev dinya temam bila pê bizane
TawisîMelek ji merra şehde û îmane

S.35
çarşembû rojeke pake
Hincîyê farîqe bû ji make
Xaliq hemûya dê wefake

S.36
çarşembû rojeke bi nîşane
Hîncîyê bi girit qedrê dayik û babane
Dayim dayim merkeba wî li behrêt giran ye melevane

S.37
çarşembû rojeke emîne
Ezîz Tawisîmelekê min nav şirîne
Bi navê melik Şerfedîn , ji merra bûye dîne

S.38
dîne û şik tê nîne
kesê di bêjit we nîne
melik Şerfedîn surra enîya wî distîne

S.39
ya melik Şerfedînê minê her û herî
Tû bi deye xatira erid û ezman û dar û berî
Tû li me nekeye tengavî , zû li banga me werî

S.40
Tû li banga me werî Lalişê
Li çar şembûya serê nîsanê
Melek li adî ( Hadî) diqarit enkara bînte ser rêya îmanê

S.41
Enkar di şikdarin
Xafil di kifarin
Li axretê di bê zarin
Cîyê bo wan vejwartî li axretê dojeye û narin

S.42
Enkar çendî bi enkirit
u xafil çendî bi kifirit
Li axretê cor û ezaba wî zêde di kitirit

S.43
Hûn birênine heqîqetê
Ye tijîye ji ebadetê û me’rîfetê
Mixabin hûn xo bidene alî ji ber navê we tê

S.44
çarşembû roja sulhetê
Hincîyê bo xo bibîne edretê
Her çarşembû roja şefaetê

S.45
Heke te bivêt ser xo rakey core
Zadekî li çarşembûyê bide dore
TawisîMelek yî xefûre , ew nûre li ser nûre

S.46
çarşembû rojeke girane
Hincî ruha bi ol û edeb û erkane
Ew dê hola xo bete ser holane

S.47
Di bêjme we gelî êzidîyane
Xelatêt TawisîMelek bi gelek rengane
Xîreta dînî serê hemûwane

Temametî li navê Xudê û Tawisî Melekê mêrane