Dua Êvarê – Das Abendgebet

Dua Êvarê – Das Abendgebet

Das „Dua Êvarê“ ist das Abendgebet, dass während dem Sonnenuntergang am Abend mit dem Gesicht in Richtung Sonne aufgesagt wird.


S.1

  1. Ya siwarê rojhilatê, rojava yê
  1. Hûn bidene xatira dotê û dayê
  1. Hûn me xilas kin ji qedayê, ji bela yê
  1. Hûn bidene xatira kaniya sipî yê
  1. Ya Şêşims tu halê mala xwe bipirsî û me jî vê care

S.2
  1. Hûn bidene xatira erş û kursî
  1. Gay û masî
  1. Heyat li kursî
  1. Ya Şeşims tu li halê me û hazira bipirsî
 

S.3

  1. Hûn bidene xatira lewh û qelem e
  1. Hewa û Adem e
  1. ya rabî tu li bang û hawara me were
  1. Li hemû çaxa û li hemû dem a
  1. Ya Şêşims tu pirsiyarekê li halê me û hazira bik e
 

S.4

  1. Hûn bidene xatira çerxan û felekan
  1. Horiyan û melekan
  1. Sira Tawsî Melek û çarde tebeqan
  1. Ya Şêşims tu pirsiyareke xêrê li me û hazira bike
 

S.5

  1. Hûn bidine xatira buhiştê û dar ê
  1. Kafê û mixar ê
  1. Sira Êzî û Bêtil Far ê
  1. Ya Şêşims tu pirsiyareke xêrê li me û hazira bike vê car ê
 

S.6

  1. Hûn bidene xatira dira spî ye
  1. Melekê bêrî ye
  1. Sira Êzî ye
  1. Ya Şêşims li dîwana siltan Şêxadî
  1. Tu bo mala xwe û me jî bikî hêvî ye
 

S.7

  1. Hûn bidene xatira dira sor e
  1. Êzdîne mîr e
  1. Qubletil bidor e
  1. Ya Şêşims bang û hawarên me bi melekê jor e
 

S.8

  1. Hûn bidene xatira dira zer e
  1. Ax û av û agir e
  1. Erd û ezman û ber e
  1. Êzdîne mîr û her çar sir e
  1. Ya Şêşims tu li banga mala xwe û me jî wer e
 

S.9

  1. Hûn bidene xatira sûka marîfet ê
  1. Mêrê li ber bedlê diket xilmet ê
  1. Derwêşê şev û roj diket ebadet ê
  1. Şêx û pîr, hosta û merebî, yar û birayên axiret ê
  1. Ya Şêşims tu meferiyeke mala xwe û me jî bike vê carê
 

S.10

  1. Hûn bidene xatira kursiya rehman a
  1. Melekî can a
  1. Behra qudsî suphana,nefesê cana bin can a
  1. Ya Şêşims me ji te divê dîn û îmana
 

S.11

  1. Hûn bidene xatira Cibrayîl, Ezrayîl, Mîkayîl Şifqayîl, Derdayîl, Ezafîl, Ezazîl
  1. Her heft melekên mezin, di destî de mifte û kilîl
  1. Ew jî wê li ber hizreta melekê celîl
 

S.12

  1. Hûn bidine xatira cebrayîl,Ezrayîl,Mîkayîl, Şifqayîl,
  1. Derdayîl, Ezafîl, Ezazîl
  1. Her heft melekên mezin, xasê berê çiqasî bedîl
  1. Di destên wan de, mifte û kilîl
  1. Li hizreta melekê celîl
 

S.13

  1. Ya Şêşims tu meferî,tu xaliqê meyî her û herî
  1. Ti risqa didî û risqa dibî
  1. Ya Şêşims ji te dixwazim sebir û nas
  1. Me yek heya dereca îman ê
  1. Tu me xilas bike ji bêbextî yê.
  1. Ji me Êzdiyan re kilîl û mifte bîn e
 

S.14

  1. Li me veke dergehê xezîn ê
  1. Hawara me ve bê, vê carê xwedanê Hekar ê